• Tuesday, 03 February 2026
logo

PDKê ti daxuyaniyek nedaye, lê medya û parlamenterên YNKê her mijûlê bersivdanê ne

Gulan Media November 23, 2025 Nûçe
PDKê ti daxuyaniyek nedaye, lê medya û parlamenterên YNKê her mijûlê bersivdanê ne

Ji şeva borî ve, hin medyayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hin parlamenter û nivîskarên wê partiyê dest bi bersivdayîna daxuyaniyekê kirine ku tê gotin ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatiye dayîn, lê PDKê ti daxuyaniyek nedaye.

Ji şeva borî ve, li ser torên civakî gotegot belav dibin ku qaşo PDKê daxuyaniyek daye û gotiye ku ger PDKê niyeta kirîna parlamenterên Kurdistanê hebe, kursiyên YNKê ji kursiyên hemû fraksiyonan erzantir e. Lêbelê, li gorî dûvçûnên BasNewsê PDKê ti daxuyaniyek wisa nedaye, lê parlamenter û medyaya YNKê, nemaze yên ku dixwazin partiya wan bibe partiyek polemîk û nîqaşan û her tim di şerê medyayê de ne, gotaran dinivîsin û îdîa dikin ku bersivê didin daxuyaniya PDKê.

Di vê derbarê de, çalakvanê siyasî Hekar Axa Mezûrî ji BasNewsû re got: "YNK pir ditirse ku ji ber rewşa nû ya piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê û PDK ji piraniya parlamentoya Kurdistanê sûd werbigire û hikûmetekî ava bike û berê PDKê rewşa YNKê gelek li berçav girt û ew piranîbûn bikarneanî, lê YNKê ti demekî rêz li wê helwêsta PDKê negirt."

Herwaha got: : "Ev tirsa YNKê bûye sedem ku ew partiye nêrînên taybet ên mirovan û postên li ser rûpelên Facebookê jî wekî daxuyaniyek PDKê ya ji bo YNKê bibîne, lê partiyên siyasî û partiyên bi prensîb di vê serdema teknolojiyê de xwe û parlamenteran kontrol dikin, parvekirinên li ser pêgehên medya civakî re bersiv dayîn pêwîst nake.’’

Mizûrî got: "Yek ji sedemên ku YNK ji gotegotên ku kursiyên wê erzan in şok dibe ev e ku ew baweriya xwe bi hin parlamenterên xwe nayne, nemaze hin ji wan bi pare ji hêla YNKê ve hatine kirîn. Wek wê jina ku navê xwe kiriye çalakvan û YNK baş dizane ew cure kesane ji ber berê bi pare hatine kirîn, nirxê wan diyare û herkesek jî nirxê pêwîst bide dê wan bikire. Lê PDK partiyekî xwedî prensîbe û ti demekî nirx ji bo kesan nadayne ku di bingeh de ti nirxekî wan nebe.’’

 

Basnews

Top