• Monday, 02 February 2026
logo

Di 30 saliyê de çawa dikarî xwe ji 70 saliyê re amade bikî?

Gulan Media November 21, 2025 Civakî
Di 30 saliyê de çawa dikarî xwe ji 70 saliyê re amade bikî?

Li gorî lêkolînan, bi îhtimaleke mezin her kes di dema pîr û kalbûnê de bi kêmanî bi nexweşiyekê yan jî nerihetiyeke berdewam a laş dikeve lê lêkoler bawer dikin ku ev yek ji bo her kesî ne rast e û ciwan dikarin bi çend teknîkan pîrbûneke tendurist bijîn.

Serokê Enstîtuya Buckê Eric Verdin got:

"Li gorî wan rastiyên zanistî yên ku em dizanin, eger xelk bixwaze û çaverê bike ku heta 90 û 95 saliyê bijî, divê şêwazê jiyanê rêkûpêk be."

Eric Verdin diyar kir ku mirovên niha wê mercê bi cih nayînin ku bigihêjin ser 70 saliyê û nexweş nekevin.

Li gorî Enstîtuya Buckê, 30 sal ên herî girîng ên ji bo bihêzkirina girseyên hestiyan, masûlke û hêzê.

Ev jî bi rêkûpêkkirina xew û xwarinê û li gel baştirkirina şêwaza jiyanê pêk tê.

Pisporê Fîzyolojiyê yê Mayo Clinicê Joao Passosê da zanîn:

“30 salên destpêkê reftarên xweragir ên demdirêj çêdikin ku di dirêjahiya temen û piştî pîrbûnê de jî bandora wan dê her hebe.”

Di 30 saliyê de ev merc têne pêşniyarkirin ku pîrbûneke tendurist hebe:

Di danên xwarinê de giringiyê bidin sebze û fêkiyan.
Rojiya bi navber (intermittent fasting) bigirin, bi awayekî ku 8 demjimêran asayî ye xwarin bê xwarin û 16 demjimêran bi rojî bin, ev jî heftane 5 rojan tê kirin.
Xeweke we ya rêkûpêk hebe û bi kêmanî 6-8 demjimêran razên.
Rojane nêzîkî 2,5 lîtreyan avê vexwin.
Xwarinên proteînî yên wekî masî, goştê sor, goştê mirîşkan, hêk, tovê ketenan û garisan bixwin.
Şekir, rûn, xwarinên bilez (fast food) û amadekirî nexwin.
Ji alkol, vexwarinên enerjiyê û gazî dûr bikevin.
Ji cixare, vape û nargîleyê dûr bikevin.
Rojane bi kêmanî 30 xulekan werzişê bikin, bi taybetî werzişên kardiyoyê yên wekî ajotina duçerxeyan, bezîn, avjenî, werîsbazî, dans, çiyagerî û gelekên din.

 

Rudaw

Top