• Sunday, 10 May 2026
logo

Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî re civiyan

Gulan Media November 19, 2025 Nûçe
Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî re civiyan

Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê re civiya û herdu aliyan hêvî kir ku, encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.

Baregayê Barzanî di vî warî de ragihand: “Herdu aliyan di wê civînê de kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina hilbijartinên Parlementoya Iraqê diyar kir û hêvî kir ku encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.”

 

K24

Top