• Sunday, 10 May 2026
logo

Emmar Hekîm: Pêwendiya bi Hewlêrê re divê li ser bingeha destûrê be

Gulan Media November 18, 2025 Nûçe
Emmar Hekîm: Pêwendiya bi Hewlêrê re divê li ser bingeha destûrê be

 Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî, Emmar Hekîm, îro 18ê Mijdarê di gotara xwe ya li Korbenda MEPSê de ragihand, aramî tenê bi planên serbazî pêk nayê û tekez kir ku pêwendiyeke saxlem di navbera Bexda û Hewlêrê de divê li ser bingeha "hevparîya destûrî" be.

Emmar Hekîm di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna li korbendê anî ziman û got, "Ez vê yekê bi derfet dizanim û rêz û silavên xwe digihînim gelê Kurdistanê û malbata Barzanî, ku sembola dîroka têkoşîna gelê Kurd e û roleke girîng di parastina ezmûna demokrasiya Iraqê de lîstine."

Herwiha pîrozbahî li gelê Iraqê kir ji ber serkeftina hilbijartinên parlamentoyê û got: "Em weke gelê Iraqê, şanaziyê bi serkeftina hilbijartinên xula şeşem dikin, çi ji aliyê amadekarî, ewlehî û çi jî ji aliyê beşdariya berfireh ve."

Hekîm bal kişand ser têgeha ewlehî û aramiyê û got: "Ewlehî û aramî tenê bi planên serbazî pêk nayên, belkî bi gelek faktorên din ve girêdayî ne, ku yên herî diyar hevparîya siyasî, aborî û civakî ya hevseng e." Da zanîn jî, ewlehiya îro ewlehiya enerjî, keşûhewa, xwarin, av, civak û veberhênanê jî di nav xwe de dihewîne.

Serokê Tevgera Hîkme tekez kir, "Aramî li welatekî pêk nayê, eger gelê wî di bin destê cudahiyên çînatî û nebûna dadperweriya civakî de binale. Herwiha aramî li herêmekê çênabe, eger sivikatî bi berjewendî û mafên welatiyên wê were kirin."

Hekîm bang li hemû serokên partiyan kir ku berjewendiya Iraqê li ber çavan bigirin û got: "Divê em di zûtirîn dem de hikûmeteke bihêz û bi prestîj ava bikin ku nûnertiya hemû pêkhateyên me bike." Herwiha got, divê diyalog cihê nakokiyan bigire û welatên herêmê ji "rêvebirina qeyranan" ber bi "afirandina çareseriyan" ve biçin.

"Pêwendiya Bexda û Hewlêrê divê li ser bingeha destûrê be"

Di dawiya axaftina xwe de, Emmar Hekîm bi awayekî zelal li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê rawestiya û got: "Em di wê baweriyê de ne ku hevparîyeke rastîn di navbera Bexda û Hewlêrê de divê li ser bingeha hevparîya destûrî were danîn, ne li ser bingeha nakokî û pêşbirkê. Ji ber ku Herêma Kurdistanê beşeke resen a pêkhateya destûrî ye û her aloziyek di pêwendiyan de dê bandoreke neyînî li ser hemûyan bike."

 

K24

Top