• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mîsal Alusî: PDKê serkeftina herî mezin bi dest xist û hemû komplo pûç kirin

Gulan Media November 15, 2025 Nûçe
Mîsal Alusî: PDKê serkeftina herî mezin bi dest xist û hemû komplo pûç kirin

Siyasetmedar û Serokê Partiya Umme ya Iraqê ragehand, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van hilbijartinên de zêdetirî milyonek deng bi dest xistiye û serkeftinekî mezin bidest anî û bi wî awayî hemû komplo û planên armanca lewazkirina PDKê hatibûn darêjandin şikestin û pûç kirin.

Siyasetmedarê Iraqî Mîsal Alusî di tora xwe ya civakî X de belav kir,  ku li Iraq û welatên herêmê, ji serdema Barzaniyê nemir heta serdema Serok Barzanî, gelek hewldan û komplo hatine çêkirin da ku pêşî li serkeftinên Partiya Demokrat a Kurdistanê bigirin. Armanca wan hewldanan jî pêşgirtina Kurdan a ji bo negehejin armancên xwe bûye.

Mîsal Alusî got: "PDKê, bi serokatiya Serok Barzanî û bi piştgiriya welatiyên Herêma Kurdistanê li hemû bajar û bajarokên xwe, serkeftinên xwe berdewam kiriye. PDK di dîroka xwe de, di tu şert û mercan de, li ser mafên gelê Kurd tawîz nedaye.

Siyasetmedarê navdar ê Iraqî tekez kir ku hemû rêbaz ji bo qelskirina PDK û Herêma Kurdistanê hatine bikar anîn, lê yek ji wan jî bi ser neketiye. Dawiyê de jî behsa wê yekê kir ku; "Yê ku serkeftiye Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û gelê Herêma Kurdistanê bûn.’’

 

Basnews

Top