Duhok pêşeng e.. Komîsyona Helbijartinan rêjeyên beşdarbûnê li hemû parêzgehan aşkera kir
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja Çarşemê rêjeyên beşdarbûna destpêkê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 2025an ragihand, piştî ku ji sedî 99.98ê tevahî navendên dengdanê ji hev hatin cuda kirin ew encam ragehandin.
Li gorî tabloya îstatîstîkî ya komîsyonê, piştî ku 10,904,637 ji 20,063,773 hilbijêrên qeydkirî dengên xwe dan, beşdarbûna giştî li seranserê welêt gihîşt ji sedî 54.35.
Parzgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nînowa rêjeya beşdarbûna herî bilind tomar kirin, parêzgeha Duhok bi %76.07 pêşengê parêzgehan bû, piştre parêzgeha Hewlêrê bi %69.02 û parêzgeha Nînowa bi %64.07 hatin.
Herwaha Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê beşdarbûnek bilind tomar kirin, bi rêjêya %64.12 û %56.87.
Her çiqas rêjeya beşdarbûnê li parêzgehên navendî û başûr cûda bû jî, Selahedîn %66.44, Enbar %65.93, Besra %50.21, Ziqar %47.94 û Qadisiye %48.39 tomar kir jî, beşdarbûna herî kêm li Meysanê %40.11 û Babîlê %49.82 hate tomar kirin.
Li parêzgeha Bexdayê, beşdarbûn li Ressafayê gihîşt %41.55 û li Kerxê %53.27.
Di derbarê dengdana taybet a ji bo hêzên çekdar û endamên hêzên ewlehiyê de, ku di 9ê Îlonê de berê hate lidarxistin, beşdarbûnek bilind a %82.52 dît, ji 1.313.980 kesan 1.084.289 kesan dengê xwe dan.
Di dengdana penaberan de jî beşdarbûnek bilind a %77.35 hat dîtin, ji 35.538 hilbijêrên qeydkirî 27.527 kesan dengê xwe dan.
Komîsyonê, bi berhevkirina van hejmaran, got ku hejmara giştî ya dengdêran - li gorî encamên destpêkê yên navendên dengdanê yên giştî û hejmara giştî ya navendên dengdanê yên taybet û penaberan - ji 21,404,291 dengdêran gihîştiye 12,009,453, ku ev yek rêjeya beşdariya giştî ya destpêkê ya hilbijartinan %56.11 dide.
Basnews
