Berbijêra PDKê Sakar Xazî: Gelê Hewlêrê hişyar e û dizane PDKê xizmeteke çiqas mezin ji bo bajarê wan kiriye.
Berbijêra jimare 16 a lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Hewlêrê Sakar Xazî, dibêje ku ew ê li Bexdayê ji bo mafên destûrî yên gelê Kurd şer bikin û bibin parêzvanek bihêz a gelê Kurdistanê.
Berbijêra jimare 16 a lîsteya 275 a PDKê li herêma Hewlêrê Sakar Xazî ji BasNewsê re ragehand: "Ez ji gelê Hewlêrê dixwazim ku dengê xwe bidin lîsteya 275 a PDKê û berbijêrên vê lîsteyê bişînin parlementoya Iraqê. Raboriya me şahid e ku em her tim di nav gel de bûn û me xizmeta xelkê bajarê xwe kir. Ez jî dê bi heman ruhî biçim Bexdayê û ji bo mafên destûrî yên gelê Kurd şer bikin."
Herwaha got: "PDK, ji dema ku desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê bidest aniye heta naha ji bo xurtkirina prensîbên demokrasiyê li Kurdistanê xebitî, hilbijartinên azad û dadperwer misoger kir, saziyên yasayî û dadwerî pêş xist û jiyana aştiyane ji bo me kir çavkaniya serbilindiyê. Aramiya, aştî û ewlehî li Herêma Kurdistanê bi saya hêzên ewlehiyê û hêzên Pêşmerge û xurtkirina şiyanên wan ên parastinê pêk hat û Herêma Kurdistanê karî xwe ji gefên herêmî û cîhanî biparêze. Hêzên Pêşmerge hemû mirovahiyê diparêzin."
Sakar Xazî got: "Niha, bi wêrekî Mesrûr Barzanî û kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewler bi projeyên avê yên awarte, projeya giring a rêyan û kembera kesk û gom û gol û bendav û projeya Rêya Jiyanê û elektrîka berdewam a 24 demjimêrî li hemû çapemeniya cîhanê jî cîh digre. Divê xelk piştgiriyê bide PDK û hikûmetê û deng bide Lîsteya 275. Wê demê ew ê encamên çêtir bibînin. Xelkê Hewlerê haydar in û dizanin ku PDKê li bajarê wan çi kiriye."
Basnews
