Mesrûr Barzanî: Rêya Hacî Omeran bi awayekî standard hatiye çêkirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Mesrûr Barzanî di merasîmekê de her du aliyên rêya Hacî Omeran ji xizmetê re vekir.
Di merasîmê Serokê Hikûmetê gotarek pêşkeş kir û got: "Cîhê keyfxweşiyê ye ku ez îro li vir im da ku beşek ji vê rêyê ji xizmetê re vekim ku bi awayekî nûjen û rêkûpêk hatiye çêkirin û di xizmeta hemû welatiyan de ye.’’
Serokwezîr diyar kir: "Ez hêvî dikim ku ev rê û hemû xizmetên Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din xizmeta welatiyan de bin û debara gelê Kurdistanê û selametî û serbilindiya we, erk û daxwaza me bixwe ye."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Ez bi rastî kêfxweş im ku serdana Hacî Omeran dikim, ku demekê paytexta Şoreşa Îlonê bû, cîh û warê Barzaniyê nemir e, cihê Pêşmergeyên qehreman ku em niha xebata wan dibînin û bi saya xebata dijwar a van Pêşmergeyên qehreman, niha Kurdistanek azad heye.
Cîhê keyfxweşiyê ye ku îro li vir im da ku beşek ji vê rêyê vekim ku bi awayekî nûjen û rêkûpêk hatiye çêkirin û di xizmeta hemû welatiyan de ye.
Bê guman, xelkê vê herêmê gelek xizmetên zêdetir heq dikin, her çend di destê hikûmetê de be jî, em ê li gorî îmkanên xwe di xizmeta we de bin û pêşveçûna welatê xwe pêşve bibin.
Ev dever cihek girîng e ji ber ku ew di heman demê de deriyek e bi welatê cîranê me (Komara Îslamî ya Îranê) re ku divê em bala xwe bidin van têkiliyan û tevgera welatiyan hêsan bikin û di warê bazirganiyê de ji bo me girîng e ku em bazirganiyê bi welatên cîran re pêşve bibin.
Ez hêvî dikim ku ev rê û hemû xizmetên Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din xizmeta welatiyan û debara gelê Kurd bikin û ewlehî û serbilindiya we erk û daxwaza me ye.
Ez hêvî dikim her pîroz be li we, Kurdistan roj bi roj serkeftîtir be, geşbûneke zêdetir çêbike û hûn her di tenduristî û selametiyê de bin, welatê me her ava bibe. Gelek spas.
Basnews
