Mark Savaya tekezî li ser kontrolkirina komên çekdar kir
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya di daxuyaniyekê de tekezî li ser pêwîstiya yekkirina hemî hêzên çekdar di bin fermandariya hikûmeta navendî de kir û ragihand: "Tu cîh ji bo komên çekdar tune ku li derveyî desthilatdariya dewletê tevbigerin.”
Ev daxuyanî bi zelalî daxwaza Waşintonê ji bo darêtina hevsengiya hêzê li Iraqê nîşan dide, taybetî jî di demekê de ku nîgeranî li ser bandora hevrikiyên deverê heye, wekî nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de, li ser tenahiya navxweyî ya Iraqê.
Savaya di daxuyaniya xwe de tekez jî kir ku, erkê welatê wî li Iraqê "bidestxistina aramî, serwerî û xêr û xweşiyan" e. Herwaha daxwaza "hevpariyeka nêzîk" di navbera Bexda û Hewlêrê de kir, da ku Iraqeke xwedî "serweriya tevahî, bê destwerdana derve, bi taybetî ji aliyê Îran û wekîlên wê ve" çê bibe.
Ev pêşketin bi belavbûna hin raportên medyayî re hevdem in, ku dibêjin qaşo hin komên çekdar ên Iraqî yên nêzî Tehranê xwe ji bo êrîşeka muhtemel li dijî Îsraîlê amade dikin, ku vê yekê jî rewş aloztir kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li roja Yekşemê (19ê Cotmeha 2025ê) Mark Savaya wekî nûnerê xwe yê taybet li Iraqê destnîşan kir.
Trump herwesa pesnê Savaya dabû û gotibû: "Ez kêfxweş im ku radigihînim ku Mark Savaya dê wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê kar bike. Têgihîştina kûr a Mark di têkiliyên Iraq û Amerîkayê û têkiliyên wê yên li deverê de dê bibe alîkar ku berjewendiyên gelê Amerîkayê pêşve biçin."
Basnews
