• Wednesday, 04 February 2026
logo

Operasyona herî kujer a narkotîkê di dîroka Brezîlyayê de: 132 kes hatin kuştin

Gulan Media October 30, 2025 Nûçe
Operasyona herî kujer a narkotîkê di dîroka Brezîlyayê de: 132 kes hatin kuştin

Operasyoneke mezin a polîsan li taxên xizan ên Rio de Janeiro ya Brezîlyayê, veguheriye yek ji êrîşên herî kujer ên Brezîlyayê yên di salên dawî de. Di operasyona li dijî çeteyên narkotîkê de herî kêm 132 kes hatin kuştin, û îdiayên darvekirin û îşkenceyê welat hejand. Piştî ku gumanbarên kuştî derketin kolanan, Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêpirsînek tavilê kir.

Operasyoneke mezin a polîsan ku roja Sêşemê sibehê li taxeke xizan a Rio de Janeiro dest pê kir, veguheriye yek ji bûyerên herî xwînî yên dîroka dawî ya Brezîlyayê.

Di êrîşa li dijî çeteyên narkotîkê de herî kêm 132 kes hatin kuştin. Di nav kesên ku hatine kuştin de çar polîs jî hebûn.

Şahidên bûyerê vegotin ku xwebexşan di şevekê de 50 heta 60 cenaze ji daristanê derxistine.

Hin cenaze ji bo naskirina hêsan heta binî hatin tazîkirin, hin ên din jî bi çarşefên spî hatin nixumandin.

Niştecihên taxê gotin ku ew li dora demjimêr 3:30ê sibehê ji hêla hevtandina kûçikan ve şiyar bûn, dû re jî înternet û elektrîkê qut bûn. Berî sibehê, dengê çekan li her derê bilind bû û operasyonê dest pê kir.

Nêzîkî 2500 polîs bi wesayîtên zirxî ketin herêmê. Li deverên ku tê bawerkirin ku veşartgehên baronên narkotîkê ne, pevçûn derketin.

Helîkopterên polîsan piştgiriya hewayî dan operasyonê, di heman demê de endamên çeteyan bi dronan teqemenî avêtin û ji ber wê jî wesayît li kolanan şewitîn û bi wê awayî hewldan barîkatan çêbikin.

Niştecihekî taxê ew tirsa çêbûye vegot û ragehand: "Min zarokên xwe di quncikê herî ewle yê malê de veşartin. Me nizanibû li derve çi diqewime; tenê dengê çekan dihat."

Dibistan hatin girtin, navendên tenduristiyê hatin girtin û karsazî hatin girtin. Armanca operasyonê girtina yek ji serokên Komandoya Sor (Comando Vermelho), yek ji rêxistinên sûcdar ên herî bihêz ên welêt bû.

Lêbelê, Sekreterê Ewlekariya Giştî ya eyaleta Rio Victor Santos got: "Me nekarî kesê hedefa serekî bigirin. Ew rayedarên payeya wan xwartir wekî mertalên mirovî bikar tîne."

Parêzgar Claudio Castro operasyon wekî "serkeftî" pênase kir û binçavkirina 113 kesan û desteserkirina 118 çek û tonek narkotîk ragihand.

Hat ragihandin ku Serok Luiz Inácio Lula da Silva bi lez şandeyek ji wezîrên edalet û ewlehiyê şandiye Rioyê. Li gorî raporan Lula "ji ber hejmara miriyan şok bûye".

Di parvekirinekî medyaya civakî de, Parêzgar Castro operasyon wekî "şerê li dijî terorîzma narkotîk" bi nav kir.

Lêbelê, pispor bawer dikin ku destwerdanên wiha yên dijwar, li şûna ku mezinbûna çeteyan rawestînin, wan bêtir kûr dikin.

Operasyona xwînî herwiha zirar da wêneya Brezîlyayê ya beriya Civîna Bilind a Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP30), ku ew ê di Kanûnê de mêvandariya wê bike. Beşek ji vê civînê dê li Rio were lidarxistin.

Piştî operasyonê, efseran kolanên ku cenaze lê kom bûbûn bi sabûn û topên avê şuştin.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir, "Ev bûyer beşek ji meyla kujer a operasyonên polîsan li deverên xizan ên Brezîlyayê ye. Em erkên xwe yên di bin qanûna mafên mirovan a navneteweyî de ji rayedaran re bibîrtînin û bang li wan dikin ku lêpirsînên bilez û bibandor bikin."

Xizmên kesên ku hatine kuştin îdia kirin ku ev hin ji kuştiyan bi awayê înfazê hatine kuştin.

Wan diyar kir ku di laşên kesên hatine kuştin de şopên îşkenceyê hene, lingên girêdayî, birînên kêr û şopên guleyan li ser rû û stûyê wan hebûn.

Guilherme Pimentel, parêzerekî mafên mirovan ku li navenda dadwerî ya li Rio bi malbatan re dixebite, got, "Gelek malbatan ragihandin ku wan nîşanên îşkenceyê li ser laşên qurbaniyan dîtine."

 

Basnews

Top