• Wednesday, 04 February 2026
logo

Kesayetekî erebên Şîe: Budceya Iraqê deh qatî budceya Kurdistanê ye, lê ti tiştekî me nediyar e!

Gulan Media October 25, 2025 Nûçe
Kesayetekî erebên Şîe: Budceya Iraqê deh qatî budceya Kurdistanê ye, lê ti tiştekî me nediyar e!

 Yek ji kesayetên diyar a xanedana Benî Malîk, Şêx Bîlal Malikî di girte vîdeoyekî ya ji bo boneyekî de diaxive ku gelek kesayetên din jî rûniştine û dipirse : "Em li ser Herêma Kurdistanê diaxivin, çima Herêma Kurdistanê avabûyî ye. Ji ber ku hikûmeta wê heye û saziyên wê hene, rêveber têde hene û Mesûd Barzanî li wê derê ye."

Herwaha dibêje: "Ger em budceya ku Iraqê wergirtiye bi budceya ku parêzgehên naverast  û başûr ên Iraq û Enbarê wergirtiye bidin ber hev, ew 10 qatî budceya Herêma Kurdistanê ye. Ew pere çûn ku derê?"

Şêx Bîlal Malikî dipirse: "Ev tê çi wateyê ku Herêma Kurdistanê ji nû ve hatiye avakirin û elektrîka wan a 24 demjimêran heye ku êdî nayê qutkirin? Pereyên me li ku ne û li ku tên xerckirin? Hemû parêzgehên me di tengasiyê de ne û felaket lê hene.’’

 

Basnews

Top