Li Kerkûkê bi tifingê gule li hev barandin û kesek hat kuştin, zarokek jî birîndar bû
Li gor zanyariyên bidest ketin li bajarê Kerkûkê şer derket û bi tifingê gule li hev barandin û di encamê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyên dest BasNewsê ketine îro 23.10.2025ê li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê şer derket û bi tifingê gule li hev barandin çêbûye.
Hat zanîn di encamê de ciwanek hat kuştin û birayê wî kesê hatiye kuştin jî ku hîn zaroke, birîndar bûye.
Heta naha derbarê bûyerê de aliyên peywendîdar ti zanyariyek aşkera nekirine.
Basnews
