Muna Qehweçî: Serok Barzanî ji her kesî bêhtir piştgiriya pêkvejiyana pêkhateyan dike
Cîgira Serokê Partiya Çaksazîya Tirkmenî dibêje ku pêkvejiyan li Kurdistanê girîng e û bingeha vê pêkvejiyanê ji hêla Serok Barzanî ve hatiye danîn û divê rêz lê were girtin.
Cîgira Serokê Partiya Çaksazîya Tirkmenî Muna Qehweçî ji BasNewsê re got: "Di civîna xwe ya dawî yên bi mamosteyên olî yên Misilman û hejmarek rêberên olî yên din de, Serok Mesûd Barzanî got ku Kurdistan welatê me hemûyane û eger em li ser wê gotinê hinekî hûr bifikirin, ji bo me aşkera dibe ku berdewam mafên pêkhateyan li Herêma Kurdistanê parastî bûye û li Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê nûnertiya pêkhateyan hebûye û bi yasayan mafên me hatine garantîkirin."
Herwaha got: "Ev daxuyaniya Serok Barzanî tekez dike ku Herêma Kurdistanê bi prensîbên jiyana hevbeş a aştiyane di navbera pêkhateyan de, kûrkirina giyanê tehamul û qebûlkirina hevbeş û xurtkirina çanda pêkvejiyanê li herêmê ve girêdayî ye. Serok Barzanî her demê çeperê berevanî û parastin û qahîmkirina mafên hemû pêkhateyên cuda yên li Herêma Kurdistanê bûye û berdewam kar li ser bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan kiriye. Berdewam teqeziya beşdarbûna pêkhateyan di hebûna hikûmraniyê û proseya siyasî de kiriye.
Muna Qehweçî diyar kir: "Wekî pêkhateya Tirkmen, em her tim hewlên Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê û qurbaniyên Pêşmerge li herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina jiyan û milkê hemû pêkhateyan bilind dinirxînin û teqdîr dikin. Bi hezaran û bi mîlyonan penaber koçber bûne, ji ber vê yekê em piştgiriya xwe ji bo peyama Serok Barzanî û bername û lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo aramiya mezintir, xurtkirina pêkvejiyanê û kûrkirina çanda qebûlkirina hevbeş û rêzgirtina ji bo pêkhateyên cûda li Herêma Kurdistanê diyar dikin."
Basnews
