Şaxewan Abdilah peyamek ji berbijêrên PDK yên li Kerkûkê re şand
Serokê Lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkukê peyamek ji berbijêrên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li wî bajêrî re şand û dibêje: Piştrast bin bê dengiya we û berdewamiya we bo serxistina kurdan û PDKê li Kerkûkê bersiva herî mezine ji bo neyarên gelê me.”
Şaxawan Abdilah, serokê Lîsteya 275 a PDKê li bazneya Kerkûkê, îro roja înê li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek ji bo berbijêrên PDK li Kerkûkê belav kiriye û nivisiye: “Pembû bixin guhên xwe.”
Serokê Lîsta 275 a PDKê li bazneya Kerkûkê dibêje: "Bira û xwişkên min, berbijêrên lîsteya 275 a partiya me li Kerkukê, demek dirêj e ku bi mebest û bi plana nehez û dijminên gelê me, tên hedefgirtin. Ev hewldan bandora tevgerên we û kadroyên me yên dilsoz ên li parêzgehê nîşan didin. "Ev hewldan gefê li ser berdewamiya destkeftiyên me yên di çar salên borî de ji bo Kerkukê û normalîzekirina rewşa bajêr dixwin."
Herwaha berê peyama xwe berbijêrên PDKê li Kerkûkê dike û nivisiye: "Piştrast bin ku bêdengiya we û serkeftina we ya berdewam ji bo serkeftina Kurdan û PDK li bajêr bersiva herî mezin e ji bo neyarên gelê me."
Basnews
