Mesûd Heyder: Hikûmeta Iraqê dikare 120 milyar dînar ji mûçeyan kêm bike û ya mayî jî bişîne Kurdistanê
Şêwirmendekî Serok Barzanî çareseriyê ji bo şandina mûçe aşkera dike û dibêje, Hikûmeta Iraqê dikare 120 milyar dînar ji mûçeyan kêm bike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikare wê tijî bike û mûçeyan belav bike, lê ew neşandina mûçeyan wekî kartek siyasî ji bo hilbijartinan bikartînin.
Mesûd Heyder, şêwirmendê Serok Barzanî, îro 15.10.2025, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand: "Tiştê ku hikûmeta Iraqê li dijî gelê Herêma Kurdistanê dike, binpêkirina destûr û hemû qanûn û nirxên exlaqî ye û mûçe weke karteke siyasî bo hilbijartinê bikar tînin."
Heyder dibêje, "Hikûmeta Iraqê dikare 120 milyar dînar bi awayê birîn ji mûçeyan kêm bike û ya mayî bişîne Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi 120 milyar dînarên xwe mûçeyan temam bike û belav bike."
Basnews
