• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Venezuelayê ji ber barîna barana zêde kana zêr hilweşiya: 14 kes mirin

Gulan Media October 15, 2025 Nûçe
Li Venezuelayê ji ber barîna barana zêde kana zêr hilweşiya: 14 kes mirin

Li Venezuela ya welatê Amerîkaya Başûr, ji ber barîna baranên zêde kana zêr hilweşiya. Di bûyerê de herî kêm 14 kes mirin.

Rayedarên li El Callao ya Venezuelayê gotin barîna barana zêde, ku di 12ê Cotmehê de tenê çend demjimêran dom kir, bûye sedema karesatê. Barîna barana zêde bû sedema hilweşîna kana zêr.

Hat ragehandin cenaze ji sê şaxên cuda yên kanayê hatine derxistin. Li gorî agahiyên hatine belav kirin, kanîvan ango karkerên madenê di bin xirbeyên kanaya hilweşyayî de mane û tê pêşbînî kirin di bin kanê de têdikoşin, ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Hewldanên pompkirina avê ji bo valakirina kanê berdewam dikin.

Bajarê El Callao, ku nêzîkî 30 hezar kes lê dijîn, bi giranî debara jiyanê li ser madenên zêr ve girêdayî ye.

 

Basnews

Top