• Tuesday, 03 February 2026
logo

Awareyên Şingalê: Hêviya me ya ji bo qerebûkirinê tenê PDK ye

Gulan Media October 14, 2025 Nûçe
Awareyên Şingalê: Hêviya me ya ji bo qerebûkirinê tenê PDK ye

Piştî 11 salan ji jiyana di kampan de, awareyên Kurdên Êzidî yên Şingalê hêviya xwe bi hikûmeta Iraqê qut kirine û çavên xwe berdidin hilbijartinên parlamentoya Iraqê. Ew dibêjin, Bexdayê di warê qerebûkirin û vegerandina wan de, ti pêngav neavêtine û bawer dikin ku tenê partiyeke bihêz weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikare li Bexdayê bibe dengê wan û mafên wan misoger bike.

Awareyên Şingalê, ku piştî êrîşa hovane ya DAIŞê di sala 2014an de ji cih û warên xwe bûne, behsa rewşa xwe ya dijwar a jiyanê di kampan de dikin. Yek ji awareyan bi xemgînî dibêje: "Ne tezmînat heye, ne tiştek din, ne jî alîkarî. Em ji Bexdayê dixwazin ku herêmên me ava bike."

Gelek ji wan destnîşan dikin ku heta xizmetguzariyên bingehîn ên weke kehrebe, av, nexweşxane û dibistan li Şingalê neyên dabînkirin, vegera wan ne mimkun e. Awareyekî din dibêje: "Eger pîrek nexweş bikeve, divê em wê bibin Mûsilê yan Duhokê. Ti xizmetguzarî li wir nînin."

K24

Top