Çavdêrekî siyasî: Gelek partî li Silêmaniyê hatin ceribandin û ji bo bajêr tiştek nekirin, derfete vê carê PDKê biceribînin
Çavdêrekî siyasî li Germiyanê dibêje ku derfeta herî baş ji bo xelkê parêzgeha Silêmanî û Helebçeyê derketiye pêş di vê helbijartinê de û ji bo serxistina eniya netewî, ku lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî di nav de ye, hilbijêrin û bi ser bikevin, da ku xizmeta wan bikin.
Çavdêrê siyasî li Germiyanê Husên Ebdulkerîm ji BasNewsê re ragehand: "Vê carê xelkê Silêmanî, Helebçe, Germiyan û Raperînê dê bi yek dengî (bi banga sibehê re, peyama Kurdî bidin cîhanê) bêjin, derfeta herî baş ew e ku PDK ye û rewşek avabûye ku xelk têgeheştiye ji wan partiyên bi nav opozîsyon û xelkê desthilatdar û bêkiryar, naha tê dîtin ku PDK xizmet dike û welat ava dike, naveroka peyama PDKê jî bi awayekî baştir ji bo xelkê ronî bûye.’’
Herwaha diyar kir, partiyên ku hatine ceribandin û ji bo Silêmaniyê tiştek nekirin, ne hêjayî dengdanê ne, lê PDK, her çend li Silêmanî û Helebçeyê bi gelek awayan dijberiya wê hate kirin û astengî ji bo wê hat çêkirin jî, lê xizmeta gel kir û eger rê jê re bê dayîn dê gelek zêdetir jî xizmetê bike.
Husên Ebdulkerîm diyar kir: "Ez piştrast im ku vê carê Germiyan, Şarezor, Silêmanî, Qeladize, Ranya û Çemçemal, mîna Helebçeyê, ji bo avakirina ewlehî û serfiraziyê û misogerkirina mafên rewa yên gelê me, Lîsteya 275 a PDK û Barzanî vê carê dê bikin yekem ê bê rikber ê Kurdistan û Iraqa û bi awayekî bêhempa bikin yekem. Ji bo wê derfeta herî başe li pêş xelkê Silêmaniyê vê carê dengê xwe bidin PDKê."
Basnews
