Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya rêveberê berê yê Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya rêveberê berê yê Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê kir û rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.
Îro 13.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya rêveberê berê yê CIA David Petraeus kir. Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û bi giştî navçeyê hate gotûbêj kirin.
Her wiha li ser pêşketinên li Sûriye û Rojhilata Navîn bi giştî nêrînên xwe ji hev re parve kirin û girîngiya parastina aştî, ewlehî û aramiya herêmê destnîşan kirin.
