Zanayên Olî li Amedê civiyan: ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî’
Yekîtiya Zanayên Olî (Îtihadul Ulema) konferansa xwe ya 10emîn li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê li dar xist.
Di konferansa ku Berdevkê Hemasê Fewzî Berhûm jî wekî mêvan amade bû de banga çareserkirina pirsgirêka Kurdan hat kirin û hat xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.
Balyozê Efxanistanê yê Enqereyê jî beşdarî konferansê bû û li ser mijarên wekî edeb û sincên malbatî, civaka Îslamî û bîrdozan gotar hatin pêşkêşkirin.
Yek ji mijarên sereke yên konferansê jî pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurdan bû.
Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Olî Mele Beşîr Şîmşek got:
“Îro Tirk xwedî çi mafan bin, divê Kurd jî xwedî wan bin.
Çawa zimanê Tirkan heye, divê yê Kurdan jî di perwerdeyê de hebe.
Divê hebûna Kurdan di destûrê de were qebûlkirin û heq û hiqûqa wan were dayîn.”
“Gelên cîran heqaretê li Kurdan dikin”
Zanayên olî xwest ku pirsgirêka Kurdan di çarçoveya Îslamê de were çareserkirin û hemû mafên çandî, zimanî û neteweyî yên Kurdan werin naskirin.
Zanayê olî Cemal Çinar diyar kir, “Îro Kurd bi her awayî mexdûr û mezlûm in. Gelên cîran heqaretê li wan dikin û cîhan wan nas nake.”
Zanayê olî Cuma Poyraz jî anî ziman, “Mafê Kurdan wekî mafê Tirkan û Ereban heq e. Xwedayê Teala Kurd jî, Tirk jî û Ecem jî çêkirine û mafê hemûyan daye wan.”
Zanayê olî Qasim Çogalan jî got, “Eger Kurd damezirînerên vê komarê bin, divê zimanê wan Kurdî bibe zimanê fermî. Madem ku ev xelk bira ne, divê dewlet neyartiyê bi wan re neke.”
Zanayekî din ê olî jî wiha axivî, “Kurd jî wekî Ereb û Tirkan Misilman in. Mafên wan çi bin, divê yên Kurdan jî ew bin.”
Konferans dê du rojan bidome û di roja dawî de dê encamnameyek were amadekirin û ji raya giştî re were ragihandin.
K24
