Mesrûr Barzanî: Mamosteyên olî di hizra nermbûn û pêkvejiyanê de rolekî giring dilîzin
Îro 12.10.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma danîna kevirê bingehîn ê Enstîtuya El-Ezher û merasîma mezûnbûna Enstîtuya pêşnimêj û gotarxwînan li Hewlêrê bû.
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û ragehand:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Nûnerê Birêz ê Zanîngeha El-Ezher
Mamosteyên olî yên hêja
Mezûnên Enstîtuya Pêşnimêş (Waiz) û Gotarxwîn
Hûn hemû bi xêr hatin û ez pir kêfxweş im ku îro li vir bi we re me.
Pêşî, ez dixwazim bi germî pîrozbahiyê li xwendekarên mezûn bikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Hêvîdarim bibin mînakên mamostayên olî yên xwedî exlaqê bilind ku di asta erkê xwe yê pîroz ê pêşnimêjiyê de û gotarbêjên mizgeftên me bin.
Mamosteyên olî di dîroka tevgera rizgariya gelê Kurd de xwedî roleke gelek giring bûn. Herweha di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de roleke pir girîng lîstine. Xwedî rolekî çalak bûne. Piraniya rêber, helbestvan û nivîskarên Kurd kesayetên olî, mela û alimên îslamî bûn ku di parastina mafên rewa yên gelê Kurd û pirsgirêkên neteweyî, pêşxistina hizra nerm, pêkvejiyana olî ya aştiyane li Kurdistanê û têkoşîna li dijî tundrewiyê de roleke girîng lîstine.
Ji ber vê yekê, em rêz û teqdîrek mezin ji bo mamosteyên olî dikin û di erkê wan ê pîroz de di hişyarkirina civakê de û pêşxistina çandeke jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cûda yên li Herêma Kurdistanê de û pêşxistina peyama tolerans û heskirinê di civakê de serkeftinê ji wan re dixwazin.
Îro, dema ku em kevirê bingehîn ê Enstîtuya El-Ezher datînin, em hêvî dikin ku ew ê bibe teşwîqek din ji bo bêtir perwerdekirina alimên olî bi ruhê nermbûnê ku Zanîngeha El-Ezher di cîhana îslamî de pê tê nasîn. Ez dixwazim spasiya Zanîngeha El-Ezher bikim ji bo hevkarî û hemahengiya wê bi Wezareta Ewqafê re û piştgiriya vê ya ji bo vê enstîtuyê.
Têkiliyeke dîrokî di navbera Misir, Ezher û Kurdistanê de heye. Wekî ku hûn dizanin, di dema serweriya serokê Kurd Selahedîn de, hejmareke mezin ji Kurdan koçî Misrê kirin û li wir bi cih bûn. Gelek kesayetên bi nav û deng, zana, helbestvan û nivîskar û kesên mezin jê derketin. Rojnameya yekem a Kurdî, Kurdistan, 127 sal berê li Qahîreyê hate weşandin. Selahedîn Eyûbî di pêşkeftin û berfirehkirina Zanîngeha Ezherê de jî roleke girîng lîst, ku paşê bi sedan xwendekarên Kurd mezûn ji wê zanîngehê mezûn bûn û heta cihekî taybetî ji bo xwendekarên Kurd li Zanîngeha Ezherê bi navê (Rûq el-Ekrad) hebû. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Ezherê wekî her carê bibin mînakek xwendekarên jîr û exlaqî û ji derfeta ku ji wan re hatiye dayîn ku li vê zanîngehê bixwînin sûd werbigirin.
Di gotinên xwe yên dawî de, ez dixwazim spasiya mamosteyên olî bikim ji bo sebir û xebata wan a dijwar di rêberiya gelê me de. Ji ber ku ew zehmetiyekî mezin di şîret dayîna gelê me de dikşînin û bi rastî cîhê destê wan diyare, di hemû şoreşên tevgera rizgariya Kurdistanê de. Me dîtiye mamostayên olî mil bi milê Pêşmerge li eniyên şer dijî zulmê rawestane û peyama nermbûnê di nav civaka Kurdistanê de belav kirine. Encama rênîşanî û şîretên wan mamostayên olî yên birêz de gelek tişt pêkhatin û ji ber wê ez berê xwe didim mamostayên ciwan jî û daxwaz dikim mamostayên birêz ên olî berdewam bin di belavkirina wê peyama nerbûnê ku pêwîste di civaka me de zêdetir giringî pê bê dayîn û em rê nedin peyama tundiyê, tundûtîjî, hev qebûlnekirin, dijatiya hev kirinê û berovajî wê em li Kurdistanê pêşbixin û belav bikin.
Em bi wê ve xweşik in ku rûyê rastîn ê Îslamê dibînin. Divê mamosteyên olî bikin ku mirov ji Îslamê hez bikin û jê netirsin. Divê mamosteyên olî hewlên cidî bidin da ku di dema Pêxember Muhammed (S.A.V) çawa bû ku hemû aliyan çawa hevdu qebûl kiriye û pejirandiye wisa be û hemû xwedêperest cîhê wan hebûye, naha Kurdistan jî bi serbilindî ve bûye cîhê niştecîhbûn û pêkvejiyana hemû ol û baweriyan.
Ez hêvî dikim ku ev çand berdewam bike, mamosteyên olî berdewam bin di rênîşandana me û vê civakê ber bi Kurdistaneke aramtir, seqamgîrtir û geştir ve bibin.
Hûn her bextewar bin û welatê me her ava be.
Basnews
