• Tuesday, 03 February 2026
logo

Kardînal Louis Rafael Sako: Kesên gendel û komên çekdar ên milîs nûnertiya Xiristiyanan nakin

Gulan Media October 11, 2025 Nûçe
Kardînal Louis Rafael Sako: Kesên gendel û komên çekdar ên milîs nûnertiya Xiristiyanan nakin

Patrîkê Kildanî yê Iraq û Cîhanê li ser hilbijartinên parlementoya Iraqê yên ku ji bo meha bê hatine plankirin daxuyaniyek weşand

Patrîkê Kildanî yê Iraq û cîhanê Kardînal Louis Rafael Sako daxuyaniyekî de ragehand: "Tenê mehek ji hilbijartinên parlementoya Iraqê maye, ez vê derfetê bikar tînim da ku bang li hemû Iraqiyan, bi taybetî Xiristiyanan, bikim ku beşdarî hilbijartinên pêş de bibin û deng bidin kesên herî hêja yên ku bê cudahî xizmeta gelê Iraqê dikin. Dengê xwe bidin kesên ku jêhatî ne, bi durustî û rastgoyiya xwe têne nasîn, rêzê li cihêrengiya ol û neteweyên ku baweriya wan bi serwerî, pêşveçûn û aramiya wê heye bigirin."

Herwaha got: "Dêra Kildanî temsîliyeta Xiristiyanan red dike ku ewên gendeliya wan aşkera bûye an jî grubên çekdar ên ku kontrolê dikin û li ser bajarokên Xirîstiyanan desthilat in li Deşta Nînowayê. Em razî nabin ku pêkhateya Xirîstiyanan bibe şewat ji bo wan aliyên derveyî.’’

Kardînal Luis Rafael Sako dibêje ku wan bi fermî ji dezgehên hikûmetê yên peywendîdar, wek komîsyona hilbijartinê, xwestiye ku dengdana di nav civaka Xiristiyan de wekî çareseriyek yasayî ku temsîliyeta wan garantî dike sînordar bikin.  Herwaha dibêje: "Partiyên Kildanî, Asûrî û Suryanî jî heman tişt kirin, lê kesî guh neda wan. Mixabin, ji 15 salan zêdetir e ku hikûmeta Iraqê di parastina mafên kêmneteweyan û negirtina tedbîrên girêdayî de ji bo misogerkirina edaletê wan û parastina temsîl û rola wan de nikariye.

Herwaha diyar kir: "Xiristiyan, tevî birînên xwe jî xwe radest nakin û dê bi dijwarî bixebitin da ku vî mafê destûrî bi dest bixin ku pêşeroja wan garantî dike û mayîna wan misoger dike.’’

Dawiyê de jî got: "Dêra Kildanî dê xwe nefiroşe, dê teslîmî neheqiyê nebe, û dilsoziya wê ya ji bo Iraqê û hezkirina wê ji bo Iraqiyan dê bêdawî bimîne.’’

 

Basnews

Top