Niyaz Hacî: Di hilbijartinên dawî de, xelkê Helebçê baweriya xwe bi PDKê anî û ji 3 kursiyan kursiyek bidestxist û PDKê jî proje dû projeyê bo wan dike
Çalakvanekî siyasî li ser girîngiya dengdana lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diaxive û rave dike ku PDK jî çawa bi projeyan bersiva dengên gel dide û xizmetê dike.
Çalakvanê siyasî Niyaz Hacî li ser rûpela xwe ya Facebookê got, "Di hilbijartinên dawî de, xelkê Helebçeyê bi bihayê kursiyekê baweriya xwe bi PDKê anîn. Niha em dibînin ku PDK çawa bi projeyek li pey projeyê xizmeta wan dike."
Herwaha got: "Di 30 salên borî de, xelkê Helebçeyê baweriya xwe bi partiyên din anî, lê wan ji bo Helebçeyê tiştek nekir û xelkê Helebçeyê ji wan tiştek nedît."
Niyaz Hacî diyar kir: "PDK partiya kiryar û pratîkê ye, ne ya gotin û propagandaya bê bingeh e. Ger hilbijêrên her herêmekê tovên xwe li axa PDKê biçînin, ew ê bêtir bidirûn û winda nekin. Hewler, Duhok, Zaxo û Soran belgeyên herî mezin in û li pêş çav in.’’
Basnews
