Berbijêrê PDKê yê Nînowayê Dr.Faris Elyas: PDK û Şingal ji hev nayên veqetandin
Namzedê Hejmar 14 ê Lîsteya 275 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje ku hemû amadekariyên ji bo dengdanê hatine kirin, dê dîsa vê carê jî Kurdên Êzidî û Şingal û deverên derdorê dê dengê xwe bidin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Berbijêrê bi jimare 14 yê lîsteya 275 ê PDKê li bazineya Nînowayê Dr.Faris Elyas ji BasNewsê re ragehand: "Xedrekî mezin li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê hatiye kirin, ku yekane partiya orîjînal li Iraq û Kurdistanê ye, ji ber ku baregeha wê li ti bajêrekî tune ye, ji ber ku berdewam planên dijminan ew bû PDK û Şingalê ji hev dûrbixin bû. Ji bo wê jî çend sale rê nehatiye dayîn ku peymana Şingalê bê bicîhanîn. Lê divê xewnên wan bikevin gorê û PDK û Şingal û Êzidî ji hev nayên veqetandin û di vê helbijartinê de PDK, dê dahola serkeftinê li Şingalê lêbide.’’
Herwaha got: "Di her hilbijartinê de, PDKê ji Êzidî û Şingalê du berbijêr derxistine. Em dixwazin û çavê me lê ye vê hejmarê em zêde bikin û bikin diyariyek ji bo Serok Barzanî. Em vê demê de çûne nav xelkê û heskirina gel ji bo lîsteya PDKê hêviyek hîn mezintir daye me. PDK tekane hêz e ku bêyî ti zivirînên siyasî piştgirîya doza Êzidiyan dike."
Basnews
