• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistan welatê olên cuda ye

Gulan Media September 30, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurdistan welatê olên cuda ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî Dêra Ortadoks a Rûsî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyek ji Dêra Ortodoks a Rûsî kir û got: "Em her tim ji bo kûrkirin û xurtkirina çanda pêkvejiyanê dixebitin."

Îro 30.09.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyek ji Dêra Ortodoks a Rûsî kir, ku bi serokatiya Berpirsê Têkiliyên Derve Matron Anthony û bi amadebûna Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin, hevdîtin pêkhat û di behsa pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û hevgirtina navbera pêkhateyên olî hate kirin.

Serokê Hikûmetê teqez kir ku Kurdistan welatê ol û olên cuda ye û ragehand: "Em ê her tim ji bo kûrkirin û xurtkirina çanda pêkvejiyan û prensîbên aştî û biratiyê di navbera pêkhateyên cuda de bixebitin."

Şandeya Dêra Ortodoks a Rûsî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û destnîşan kir ku ew çavkaniya bextewariyê ye, hemû ol û civak li Kurdistanê di aştî û aramiyê de dijîn û mafên wan têne parastin.

Top