Wezîrê Enerjiya Amerîkayê: Zêdekirina hilberîna petrol û gaza Kurdistanê beşek ji bernameya Serok Trump e
Wezîrê Enerjiya Amerîkayê ragehand Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze di çarçoveya bernameya Serok Trump de ji bo zêdekirina hilberîna enerjiya cîhanî, li Kurdistanê bêtir petrol û gaz hilberîne.
Wezîrê Enerjiya Amerîkayê Chris Wright îro 25.09.2025ê di bersiva pirseklî kanala Kurdistan TV de derbarê peymana Şîrketên Enerjiyê yên Amerîkayê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ku îmze kirine da ragehand: Em dixwazin sektora petrol û gaz li Kurdistanê de hilberîna wê zêdetir pêşbixin. Ji ber ku bazarek heye ji bo derxistina wê, ew jî gelek alîkare ji bo gelê Kurdistanê û herwaha ji bo Amerîkayê û hemû cîhanê jî.’’
Herwaha diyar kir: "Dema ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bû, min karî li gel bicivim. Rezervên Kurdistanê gelek heye û şîrketên Amerîkî li wir in.’’
Chris Wright diyar kir: "Bernameya Serok Donald Trump û rêveberiya wî ew e ku bêtir enerjî dê rewşa her kesî baştir bike, lêçûnan dê kêmtir bike û dê rê bide û bihêle ku mirov zêdetir û bêtir kar bikin. Û herwaha Wright got. "Em hilberînerê petrol û gaza xwezayî yê herî mezin in, ji ber vê yekê me gelek heye ji bo em bifroşine her cîhekî. Lê em kêfxweş in ku bi yên din re bixebitin da ku li wan welatan bêtir petrol û gaz hilberînin."
Basnews
