• Sunday, 10 May 2026
logo

Silêmanî: Bi druşma “Alah Ekber” li ser navendeke polîsê Çarçira êrîş hate kirin

Gulan Media September 24, 2025 Nûçe
Silêmanî: Bi druşma “Alah Ekber” li ser navendeke polîsê Çarçira êrîş hate kirin

Ji aliyê 2 çekdarên xurt ve, bi druşma “Alah Ekber” êrîş li ser navendeke polîs li Silêmaniyê hate kirin û di encama rûberûbûna çekdarî de, polîsek birîndar bûye û ew çekdar jî hatine girtin.

Êro êvarê 23.09.2025, du xurt bi çek ve û bi druşma “Elah Ekber” li bajarê Silêmaniyê êrîşî ser navenda polîs a Çar Çira kirine.

Di encama wê êrîşa çekdarî de, efser û polîsê navenda Çarçira, li gel wan herdu çekdaran dikevin pevçûnê û dibe şer, ku polîsekî navendê bi sivikî birîndar dibe.

Tê gotin ku ew herdu kesana ji aliyê polîsf ve hatine girtin.

Li gor agahiyên BasNewsê ew herdu zarokên xurt xwedî fikrên tundrev bûne.

 

Basnews

Top