• Thursday, 05 February 2026
logo

Şêxan: Di şerê di navbera çend kesan de sê kes birîndar bûn

Gulan Media September 22, 2025 Civakî
Şêxan: Di şerê di navbera çend kesan de sê kes birîndar bûn

Li çiyayê Meqlûb a ser bi qeza Şêxanê ji ber şikandina otomobîlê li ser hevdu, şer û nîqaş derdikeve û piştre vedigere şerê bi çek û di encam de 2 kes bi guleya çekê birîndar dibin û kesekî din jî ji ber wê sedemê destê wî dişkê.

Rêveberê navçeya Zêlkan a li sînorê qeza Şêxanê Mihemed Emîn Xerîb, di derbarê wê bûyerê de ji BasNewsê re ragehand: “Îşev li ser rêya navbera gundê Berazî û Gilfeqîr ên ser bi navçeya Zêlkanê li sînorê Şêxanê li quntara çiyayê Meqlûb, ji ber şikandina otomobîlê ya li ser hebdû de, şer û nîqaş çê dibe û piştre çek tê bikar anîn û 2 kes bi guleya çekê birîndar dibin û kesekî din jî ji ber şerê boksan destekî wî dişkê.”

Herwaha ragehand: “Ew du kesên ku bi çekê birîndar bûne, şêniyên gundê Gudadin li qontara çiyayê Meqlûb, ji bo nexwaşxaneya hewarçûnê a Şêxanê hatine şandin û ew kesê ku destê wî jî şikiyaye, xelkê navçeya Kelekçî ye.”

Herwaha hat diyar kirin ku li ser wê bûyerê jî polîs dest bi lêkolîn û lêpirsînê kiriye.

 

Basnews

Top