Kongresmanê Amerîkî Jeo Wilson: Xistina 4 komên milîsên Iraqî di lîsta terorê ya Amerîkayê de, projeya rizgarkirina Iraqê ji Îranê ye
Roja çarşemê piştî ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku wezatera wan her çar komên milîsên Iraqî yên nêzîkî Îranê (Ketîbeya Seîd Elşuheda, Tevgera Nuceba, Tevgera Ensarulah a Ewfiya û Ketîbeya Îmam Elî) dixe lîsta rêxistinên terorîstî.
Herwaha kongresmanê Amerîkî Joe Wilson di daxuyaniyekî de ragehand: “Ez spasiya Serok Trump dikim ji bo ku 4 komên milîsên Iraqî xistiye lîsta rêxistinên terorîstî ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanî kirin. Ev biryar wek bersivdayîna daxwaza min bû ku min di (projeyasaya rizgargirina Iraqê ji Îranê) de nivisiye. Ev tedbîr dikare çavkaniyên dahat û fînansekirina van komên terorîst zuha bike.”
Basnews
