Li navenda Bexdayê şer derket, efserekî paye bilind hat kuştin
Li navenda Bexda paytexta Iraqê şer û pevçûn bi çekên navendî derketin û di encama wî şerî de çend kes hatin kuştin û birîndar kirin ku yek ji wan kuştiyan efserekî payebilin de.
Li gor agahiyên ku ji aliyê çavkaniyan ve ketine dest BasNewsê, îro 15.09.2025, li navçeya Elawî ya li navenda Bexdayê, şer di navbera du aliyan de qewimî ku nenasin û heta niha sedema şer jî nehatiye zanîn, lê yek ji aliyan wesayîta ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê pê re bûye.
Di hemandemê de ji aliyê BasNewsê ve hatiye zanîn ku di wî şerî de çekên navendî hatine bikar anîn û ji ber wê sedemê kesekî sivîl hatiye kuştin, herwaha 2 efserên polîsên Dadweriyê ku yek ji wan pileya wî di jor re bûye li gel karmendekî fîrqeya taybet a artêşa Iraqê û kesekî di jî ku sivîle birîndar bûne, aliyê hember wan de jî kesek birîndar bûye.
Çavkaniyên medyayî behsa wê dikin ku piştî wî şerî, hêzên ewlekariyê birîndar li nexwaşxaneyê desteser kirine, herwaha 4 kesên din jî hatine girtin, ji bilî wê qeydên kamêrayên çavdêriyê jî birine ji bo lêkolînkirina di derbarê wê bûyerê de.
Ev di demekî de ye ku zû zû di navbera hêzên Iraqê de şer û pevçûn diqewimin û qurbaniyên cur be cur lê dikevin. Gelek caran jî yek ji aliyên şer, milîsên Heşdî Şeibî ne.
Basnews
