• Saturday, 07 February 2026
logo

Amerîka cezayên nû li ser Îranê de disepîne

Gulan Media September 17, 2025 Nûçe
Amerîka cezayên nû li ser Îranê de disepîne

 Îro 16.09.2025, Amerîkayê cezayên nû li ser toreke darayî ya navneteweyî ya neqanûnî ferz kir ku bi alîkariya Îranê di firotina petrola xwe û dabînkirina dahatê ji bo Spaha Pasdaran û Wezareta Parastinê tê tawanbarkirin.

Li gorî daxuyaniyek fermî, ceza li ser çend kes û şîrketên hatine birîn ku navenda wan li Hong Kong û Îmaratê ne. Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehandiye ku dahata firotina petrolê ji bo piştgiriya ajanên terorîst ên herêmî û pêşxistina pergalên çekan tê bikar anîn ku gefê rasterast li ser hêz û hevalbendên Amerîkî çêdikin.

Ev pêngava nû beşek ji sîyaseta “Zexta herî zêde” a Donald Trumpe li dijî Îranê ku armanca wê sînordar kirina çavkaniyên darayî yên wî welatî ne. herwaha daxuyaniyê de hatiye tekez kirin, "Heta ku Îran dahatên xwe yên neqanûnî ji bo fînansekirina êrîşan û piştgiriya terorîzmê bikar bîne, em ê hemî rêbazên xwe bikar bînin da ku rejîmê berpirsiyar bigirin."

Di vê navberê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê cezayekî xwe hilweşandiye ku di sala 2018’an de bo bendera Çabehar li Îranê hatibû derxistin, wek beşek ji alîkariyên avedan kirina Afganistanê. Li gorî biryara nû, ji 29ê Îlona 2025-an pê ve, her kes an şîrketek ku li wê benderê de kar bike, dê bi cezayên Amerîkî re rû bi rû bimîne.

 

 

Rudaw

Top