Iraq hewl dide bi teqlîdkirina Herêma Kurdistanê ve xwe ji ambargoya dîplomatîk rizgar bike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya derfetên veberhênanê yên ku ji şîrketên biyanî re peyda dike, dîplomasiya xwe bi awayekî girîng pêş xistiye, ku ev yek bûye sedem ku rayedarên Bexdayê hewl bidin ku ji rêbazên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê sûd werbigirin da ku ji ambargoya dîplomatîk a ku li ser Iraqê heye xwe jê rizgar bikin.
Di Gulana îsal de, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Washingtonê kir û çend civînên berhemdar li dar xist, di heman demê de serpereştiya peymanên di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û du şîrketên Amerîkî (HKN Energy û Western Zagros) de kir, ku li herdu zeviyên gaz a Mîran û zeviya Kurdemor de hilberîn bê kiirn û nirxê wan herdu peymanan derdora 110 milyar dolar e.
Bexda teqlîda Kurdistanê dike
Lêbelê, di destpêka peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de, hikûmeta federal rasterast li dijî van peymanan derket û bi rêya medyaya nêzîkî wê li Iraq û Kurdistanê îdia kir ku şîrket ne Amerîkî ne! Lê ji aliyê din ve wan dest bi teqlîdkirina Herêma Kurdistanê kirin û di 15ê Tîrmeha 2025an de, wan peymanek destpêkê bi HKN Energy re îmze kir da ku zeviya Hemrînê pêş bixe û kapasîteya wê ya hilberînê zêde bike.
Di 19ê Tebaxa 2025an de, Hikûmeta Federal a Iraqê peymanek destpêkê bi şîrketa Amerîkî Chevron re îmze kir da ku sînorê Nasiriyeyê keşif û lêgerînê bike.
Vê derbarê de aborînasê Iraqî Nebîl Mersûmî li ser tora xwe ya civakî Facebookê got ku hikûmeta federal di berdêla vegera şîrketên Amerîkî de ji bo peymanan şefafî û aramiyê garantî kiriye.
Bexda bi Hewlêrê re pêşbaziyê dike
Vê derbarê de çalakvanê siyasî Hekar Mezûrî, ji BasNewsê re ragehand: Hikûmeta Federal a Iraqê girîngiya peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de û rola van peymanan di xurtkirina têkiliyên dîplomatîk de fêmkir. Ji ber wê jî naha rabûye pêşbirkê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku bikare peymanan li gel şîrketên Amerîkayê dike. Ji ber ku van çend salên dawiyê de ji ber xeletiyên li dû hev yên desthilatdarên Bexdayê û hebûna gendelî û neşefafiyê û nearamiya ewlehiyê û desthilata milîsên ser bi welatekî herêmî, Iraq ji hêla dîplomatîk ve hatiye îzolekirin. Naha dixwazin bi rêya wan peymanan ve xwe ji wê îzolebûn û ambargoya dîplomatîk rizgar bikin.
Herwaha diyar kir, xalek girîng a van peymanan ev e ku şîrketên Amerîkî ji bo ku peymanên dawî bi Iraqê re çêbikin, divê garantî were dayîn ku Iraq dê ji serdestiya hin hêzên herêmî derkeve û êdî fermanan ji paytextên din wernegire. Ji bo wê jî heta naha ew peyman carê destpêk in, eger dixwazin wek Herêma Kurdistanê xwedî dîplomasiya pêşketî bin, divê ji bin desthilat û hegemonya ti welatekî de nebin û xwedî serweriya xwe bin.
Basnews
