• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Xurmatû binkeyê PDKê hat gulebaran kirin

Gulan Media September 14, 2025 Nûçe
Li Xurmatû binkeyê PDKê hat gulebaran kirin

Duh bi şev êrîşî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Xurmatûyê hat kirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, şev bi otomobîleke Toyota Land Cruiser gule li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li bajarokê Xurmatûyê hatin reşandin.

Tê gotin di wesayîtê de sê kes hebûne û guman tê kirin ku wan di bin bandora alkolê de gule li binkeya PDKê reşandine, lê heta naha ji aliyê polîsê Xurmatû ve ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Xurmatû bajarekî Kurd e ku li başûrê Kerkûkê ye û di çarçoveya pêvajoya erebkirinê de bi îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedînê ye.

 

Basnews

Top