• Friday, 06 February 2026
logo

Li Kirmaşanê xelkê dest bi berhevkirina zeytûnan kir

Gulan Media September 13, 2025 Corane
Li Kirmaşanê xelkê dest bi berhevkirina zeytûnan kir

Birêvebirê Çandiniyê yê Kirmaşanê da zanîn, ew pêşbînî dikin ku îsal berhema wan a zeytûnan zêdetirî 6 hezar tonî be.

Birêvebirê Çandiniyê yê Kirmaşanê Seîd Keremî ragihand ku nêzîkî du hefteyan e demsala berhevkirina zeytûnan li parêzgeha Kirmaşanê dest pê kiriye û dê heta dawiya payîzê berdewam bike.

Birêvebirê Çandiniyê yê Parêzgeha Kirmaşanê Seîd Keremî got:

"Li parêzgehê nêzîkî hezar hektar erdê zeytûnan heye.

Berhema îsal a wan baxan jî bi 6 hezar tonî tê texmînkirin."

Seîd Keremî her wiha anî ziman:

"Piraniya zeytûnên parêzgehê li Dalaho, Serpêlî Zehaw, Selasî Bawecanî, Ciwanro, Qesrî Şîrîn, Gêlan û Paweyê ne."

Keremî diyar kir ku nêzîkî nîvê berhema zeytûnan a parêzgehê ji bo xwarinê ye û nîvê din jî ji bo çêkirina rûn tê bikaranîn.

Li gorî gotina Keremî, Parêzgeha Kirmaşanê di warê zeytûnan de li ser asta Îranê di rêza heştemîn de û di warê berhema zeytûnan de jî di rêza heftemîn de ye.

 

Rudaw

Top