Li Amêdiyê ji ber pirsgirêkeke erdê 2 bira hatin kuştin
2 bira li navçeya Amêdiyê ji ber nakokiyeke erdê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên BasNewsê ku ji çavkaniyek pêbawer hatine wergirtin, îro 01.09.2025, du bira li gundê Zewkey yê li nahiyeya Dêrelokê ya ser bi navçeya Amêdiyê ji ber nakokiyeke kevin a erdê hatine kuştin.
Wê çavkaniyê ragehandiye ku nakokî vedigere 20 sal berê û her du kesên ku ji ber nakokiyê hatine kuştin, mala xwe bar kiribûn navçeya Blê ya li Barzan, lê îro hatine nav erdê ku nakokî li ser hebûye, bi çek gule li wan tê reşandin û yekser jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî BasNewsê, heta niha kes nehatiye girtin û polîsên herêmî lêpirsîn dane destpêkirin; Cenazeyên her du birayan ji bo muayeneya dadwerî ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê hatine birin.
Basnews
