• Saturday, 07 February 2026
logo

STENBOL - Dayîka xwe kuşt û reviya

Gulan Media August 25, 2025 Civakî
STENBOL - Dayîka xwe kuşt û reviya

 Li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê kesekî piştî nîqaşê bi demançeyê dayîka xwe kuşt û reviya.

Li Taxa Yunus Emreyê ya navçeya Sultangaziyê ve li Kolana 1385an, di qata jor a avahiyeke 5 qatî de di navbera Azad K.yê 20 salî û dayîka wî Çîgdem K.ya 45 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş mezin bû, Azad K. bi demançeyê gule berda dêya xwe û reviya.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Polîsan li kolanê û derdora avahiyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Tîmên tenduristiyê yên ku ketin hundirê malê diyar kir ku Çîgdem K. miriye.

Piştî ku tîman lêkolînên xwe yên li cihê bûyerê temam kirin cenazeyê Çîgdem K.yê bir morga tipa dadî.

Ji bo girtina gumanbarê ku reviyaye dest bi operasyonê hat kirin.

 

Rudaw

Top