• Saturday, 07 February 2026
logo

Wekîlê Mîrê Êzidiyan: Çawa Êzidiyek ku nikare vegere Şingalê ji mafê penaberiyê bêpar bimîne?

Gulan Media August 23, 2025 Nûçe
Wekîlê Mîrê Êzidiyan: Çawa Êzidiyek ku nikare vegere Şingalê ji mafê penaberiyê bêpar bimîne?

Wekîlê Mîrê Êzîdiyan Cewher Elî Beg, got ku biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ku derbarê koçber û penaberan wek penaber nayên hesibandin, ti mantiqek wê tune ye, Êzîdiyek ku nikare vegere, çawa dikare ji mafê penaberiyê bêpar bimîne? "Ger hikûmeta Iraqê nikaribe peymana Şingalê bicîh bîne, çawa dikare penaberan wekî penaber nebîne?"

Wekîlê Mîrê Êzîdiyan Cewher Elî Beg, ji BasNewsê re got ku biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ku penaberan wekî penaber hesab nake, ti mantiqek wê tune ye û beşek ji propagandaya hilbijartinê û bazarkirina siyasî ye û got: ‘’Êzidiyek ku nikare biçe ser cîhê xwe, çawa dikare ew ji mafê koçberiyê bêpar bê hiştin? Ango ger hikûmeta Iraqê nikaribe peymana Şingalê bicîh bîne, çawa dikare penaberan wekî penaber nebîne? Ji ber vê yekê, ev biryar dikare di rewşek de were dayîn ku rewşa Iraqê, nemaze Şingalê, ji bo wegera penaberan guncaw be. Herwaha hatibin qerebû kirin û li wan navçeyên ku pêwîste wegerinê xizmetguzarî ji bo wan hatibe dabîn kirin û li ser hemûyê re jî divê jiyana hemû kesan parastî be. Lê li gel her kesekî ronî û aşkera ye ku jiyana Êzidî li Şingalê ji ber hebûna grubûn çekdar parastî nînin, ji bo vê jî divê pêşî peymana Şingalê were bicîh kirin. Penaber ji bo rojek wisa dua dikin ku vegerin jiyan û malên xwe.”

 

Basnews

Top