• Saturday, 07 February 2026
logo

Parlamenterekî Êzidî: Biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ji bo bi Ereb kirina deşta Nînowayê ye

Gulan Media August 22, 2025 Nûçe
Parlamenterekî Êzidî: Biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ji bo bi Ereb kirina deşta Nînowayê ye

Endamekî parlementoya Iraqê ji Pêkhateya Êzdî ragehand ku biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê siyasî ye û ew dixwazin xwe ji berpirsiyariya wan penaberên li Kurdistanê ne, veşêrin.

Wezareta Koç û koçberan a Iraqê îro Pêncşemê biryar da ku kesên ku li kampên penaberan dijîn wekî penaber nayên hejmartin û bi niştecîh û beşek ji xelkê wan deveran hesab dike ku tê de nîştecîhin.

Di vê derbarê de Mehma Xelîl, parlementerê Kurd ê Êzidî li Bexdayê, ji BasNewsê re got: "Biryara Wezareta Koç û Penaberan a Iraqê ne rast e û li dijî berjewendiyên wan koçberane ku  awareyî Kurdistanê bûne ne. Ev hemû biryarên ku li dijî vê herêmê têne dayîn çi ne? nemaze di demên dawî de li ser avakirina polîsan ji bo Pêkhateyên li Deşta Nînowayê, me dît ku çawa bi nasnameya Erebî dixwazin xelkê damezrînin, niha jî dixwazin bi wan reftaran gumanên me zêde bikin bo ku çima niha ew biryar hatine dayîn.”

Herwaha diyar kir, "Em baş dizanin kî li pişt vê biryarê ye. Tiştê ku hatiye kirin siyasî ye û armanc têkdana rewşa herêmê ye, berevajî peymana Şingalê ye û ew dixwazin peymanê di pratîkê de betal bikin û gefê lê dixwin. Em ji wan re piştrast dikin ku em ê pabendî ti biryarên wan nebin. Ew biryar ji bo wan e û ne ji bo me ye. Divê hikûmeta Iraqê erkê xwe yê li hember penaberan bicîh bîne û xwe veneşêre. Em ê li dijî biryara wan îtîraz bikin û em vê baş dizanin. Ev biryar li pişt hewşa siyasî bi armanca têkbirina peymana Şingalê hatiye dayîn."

Herwaha got: "Niha piraniya xelkê Şingalê û derdora wê ji ber tirsa komên milîs nikarin vegerin Şingalê. Hikûmeta Iraqê bi xwe nikare Şingalê kontrol bike û grupan li gorî peymana Şingalê derxîne, Şingal bi çekdarên PKKê û grûpên cuda cuda hatiye tijî kirin, dê çawa xelk bikaribe vegere Şingalê?”

 

 

Basnews

Top