Mekteba Siyasî ya PDKê nameyeke spasiyê ji Partî û Serok û aliyên siyasî re şand
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nameyeke spasiyê ji partiyên siyasî yên li Kurdistan û Iraqê re şand.
Di nameya spasiyê ya Mekteba Siyasî ya PDKê de hatiye diyar kirin: "Bi navê Serok Mesûd Barzanî û Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), em dixwazin spasiya serokatiya partî, siyasetmedar û partiyên têkoşer ên Kurd û Iraqî yên li her çar perçeyên Kurdistanê bikin. Herwaha em spasiya nûnerên welatan li Herêma Kurdistan û Iraqê û saziyên dewlet û rêxistinên civaka sivîl û navend û saziyên zanistî û akademî û medyayan û kesayetiyên Olî û civakî û nûnerên pêkhateyan û xelkê kedkar ê Kurdistan û tevahiya wan kes û aliyan dikin, ku beşdarî 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û salvegera jidayikbûna Serok Mesûd Barzani bûn, dikin. Ev teqdîrkirina me ye û ruhê me yê xebatê bi hev re zêde dike."
Amaje bi wê jî hatiye dayîn: "Peyamên we ji bo Serok Mesûd Barzanî, Polîtburoya Siyasî û organên din ên partiya me ruhê biratî û hevgirtinê hildigirin, ji ber vê yekê em spasdar in.
Herwaha aşkera dike: "Em careke din spasiya we dikin û serkeftin ji her kesî re dixwazin.”
Basnews
