REQA - Eşîran xwest bajêr radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin?
Hevserokê Encûmena Bicihkar a Reqayê ew îdia red kir ku eşîran daxwaza radestkirina Reqayê ya hikûmeta Sûriyeyê kiribe.
Hevserokê Encûmena Bicihkar a Reqayê ya Rêveberiya Xweser Mişlib El-Tirkanê ku parêzer e û yek ji rûspiyên eşîra Efadleyê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja Yekşemê Hevpeymaniya Navneteweyî bêyî amadebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civînek li gel serok û rûspiyên eşîrên Reqayê pêk aniye.
Mişlib El-Tirkan li ser nûçeyên nepiştrastkirî yên ku dibêjin eşîrên Reqayê daxwaza radestkirina bajêr a hikûmeta Sûriyeyê kiriye ji Rûdawê re da zanîn ku tiştekî wisa nîne û rûspî û şêxên eşîran ti dan û standin nekirine.
El-Tirkan diyar kir ku du civînên wan li gel Hevpeymaniya Navneteweyî pêk hatine û anî ziman:
“Ya yekem, li gel rûspî û şêxên eşîrên Reqa û Tebqayê bû û derbarê awayê tevlîbûna nav hikûmeta Sûriyeyê û serkeftina dan û standinan bû.
Civîna duyem jî li gel Desteya Şêwirmendiyê û birêvebiriyên encûmenên yasayî, bicihkar û dadwerî bû lê tiştek derbarê radestkirina Reqayê nehat gotûbêjkirin.”
Mişlib El-Tirkan her wiha amaje pê kir ku civînên wan ên li gel Hevpeymaniya Navneteweyî di warên sivîl û siyasî de berdewam dikin û ew nakevin warê leşkerî.
El-Tirkan her wiha da zanîn ku di wan civînan de tekezî li ser rewşa siyasî û dan û standinên di navbera Şam û HSDyê de hatiye kirin.
Di van du rojên dawî de nûçeyeke nepiştrastkirî belav bûbû ku eşîrên Reqayê daxwaza radestkirina bajêr a hikûmeta Sûriyeyê kiriye lê agahiyên Rûdawê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Reqayê jî vê nûçeyê red dikin.
Rudaw
