• Saturday, 07 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Yekxistina hêzan di qonaxa dawî de ye

Gulan Media August 20, 2025 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Yekxistina hêzan di qonaxa dawî de ye

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ragihand, pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge pêşketineke baş bi xwe ve dîtiye û gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Herwiha da zanîn, di nava du mehên bê de, dê hemû hêzên Pêşmerge mûçeyên xwe bi rêya projeya "Hejmara Min" werbigirin.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Osman Rîşe îro 19ê Tebaxê ji K24ê re ragihand: "Yekxistina Hêzên Pêşmerge gihîştiye qonaxa dawî û hejmara lîwayan temam bûye. Di demeke nêzîk de dê her du fermangehên deverên yek û du yên Hêza Pêşmerge bên avakirin û encamên dawî dê radestî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bên kirin."

Osman Rîşe got jî: "Rêberî û rênimayiyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hewldanên me yên ji bo yekxistina hêzan de alîkar û piştgir bûne. Di heman demê de, her du Fermandariyên Yekeyên 70 û 80 jî hevkariyeke baş pêşkêş kirine."

Derbarê çaksaziyan de jî Rîşe diyar kir, Wezareta Pêşmerge di warê çaksaziyan de jî pêşketinên berbiçav tomar kirine û got: "Rêveberiya Giştî ya Jimêryariya Leşkerî ya Wezareta Pêşmerge di projeya 'Hejmara Min' de li pêşiya hemû wezaretên din e û hejmara herî zêde ya Pêşmerge û efseran bi rêya 'Hejmara Min' mûçeyên xwe werdigirin. Biryar e di nava du mehên bê de mûçeyên tevahiya hêzên Pêşmerge biçe ser 'Hejmara Min'."

Berdevkê Wezareta Pêşmerge herwiha amaje bi wê yekê kir, alîkariyên Amerîkayê ji bo Hêza Pêşmerge berdewam in û biryar e ji bo salên bê peymanên nû bên îmzekirin. Herwiha tekez kir jî, Wezareta Pêşmerge di rahênan û perwerdekirina hêzên xwe de berdewam e.

 

K24

Top