Îran careke din gefa bikaranîna mûşekên pêşketî xwar
Wezîrê Berevanî û piştevaniya hêzên çekdarên Îranê Emîd Ezîz Nasirzade careke din gefa bikaranîna mûşekên pêşketî xwar û got eger dijmin her binpêkirinekî bide emê bersiva guncaw bidin wan.
Ajansa nûçeyan a Mehr ragihand ku Wezîrê Berevanî û piştevaniya hêzên çekdarên Îranê Ezîz Nasirzade di hevpeyvînekî de ji televîzyona El-Mayadîn re got, "Em ê tu carî teslîmî gef û zextên Amerîkayê nebin."
Herwaha amaje bi wê yekê kir û got: "Li gorî têgihîştina me, teslîmbûn ti mantiqê wê nîne û ger dijmin êrîşek bike, em ê bi awayekî guncaw bersiv bidin."
Nasirzade got: "Serkeftina dawî ji bo eniya berxwedanê ye û em ji berxwedana Filistînê re dibêjin ku hûn ê bê guman bi ser bikevin."
Herwaha got: "Me mûşekên ku ji yên berê pir xwedî şiyantir in pêşxistine."
Basnews
