Silêmanî: Piştî 10 rojan termê jinekê di mala wê de hate dîtin
Êvara roja 18.08.2025, li bajarê Silêmaniyê termê jinekê di mala wê de hat dîtin, li gorî agahiyên destpêkê û şahidan, ew jin nêzîkî 9 heta 10 rojan bûye ku jiyana xwe ji dest da ye.
Li gorî BasNewsê piştî agahdarkirina hêzên ewlehiyê, termê wê jinê ji bo lêkolîn û eşkerekirina sedema sereke ya mirinê ji bo muayeneya dadwerî hatiye birin.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin, lê hîn jî tu agahiyên fermî li ser nasnameya jinê û sedema mirina wê nehatiye belav kirin.
Basnews
