• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyên agirê sînorê Helebce re şand

Gulan Media August 19, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyên agirê sînorê Helebce re şand

Ev 2 roje agirekî mezin li sînorê parêzgeha Helebce ketiye û ji ber wê sedemê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber wê sedemê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezîrê Navxwe, peyameke hevxemiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re şand, Wezîrê Navxwe jî, saziyên hikûmet û Wezareta Navxwe jî spart, ku karên pêwîst bo kontrolkirin û vemirandina agir bikin ji bo ku ziyan kêmtir bibe.

Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl îro 18.08.2025, di daxuyaniyekê de diyar kir, Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed peywendî bi Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih û Rêveberê Berevaniya Şaristanî a Helebceyê Emîd Ebdîn Ebdulrehman Mihemed re kiriye.

Wezîrê Navxweyî, silav û xemgîniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihand rayedarên Helebceyê û sersaxî li malbat û kesûkarên her du qurbaniyan kir.

Herwiha, Rêber Ehmed amadebûna hemû sazî û dezgehên hikûmetê û Wezareta Navxweyî ji bo alîkariya Helebceyê nîşan da û tîmên Wezareta Navxweyî erkdar kirin ku ji bo vemirandin û kontrolkirina şewatê û kêmkirina ziyanan, karên pêwîst bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Navxweyî destxweşî li rêveber, efser û karmendên Berevaniya Sivîl, Polîsê Daristanan, hemû hêzên din ên Wezareta Navxweyî û welatiyên xwebexş kir, ku ev du roj in hemû hewlên xwe ji bo kontrolkirina rewşê didin.

 

Top