Kovarekî Amerîkî: Eger Heşdî Şeibî neyê hilweşandin, şer dê li Iraqê dest pê bike
Kovara Amerîkî ya Providence raporek berfireh li ser zextên Amerîkayê yên li ser Heşdî Şeibî û îhtîmala êrîş û pevçûnan weşandiye û pêwîst dibîne ku hêzên Amerîkî li Herêma Kurdistanê bimînin da ku li dijî milîsan hevsengiyê çêbikin.
Kovara Amerîkayê behsa wê yekê kir ku redkirina hikûmeta Iraqê ya ji bo hilweşandina Heşdî Şeibî dê bibe sedema pevçûnên rasterast bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re û serweriya Iraqê bêtir qels bike.
Kovara Providence got: "Rûbirûbûna xwe şimitandin û dagirkirina Iraqê ya ji aliyê Îranê ve mijarek diyarker e ji bo aramiya herêmî."
Li gor heman kovarê behsa tevger û binpêkirinên Reyan Kildanî jî kiriye û ragehandiye: "Tevgera Babîliyon, ku ji aliyê Kildanî ve tê rêvebirin, nirx û berjewendiyên rastîn ên Xiristiyanan temsîl nake. Ew mînakek eşkere ye ku Îran ji kêmneteweyan sûd werdigire da ku bigihîje ajandayên xwe."
Herwaha dibêje ku Îran ji bo civaka Xiristiyan û olên din ên li Iraqê gefek rastîn e.
Kovar radigehîne: "Piştî şerê xwe yê 12 rojan bi Îsraîlê re, Îran bala xwe dide Iraqê wekî pêgeh û cîhê xwe ya dawîn li herêmê."
Govara Providence bawer dike ku divê hêzên Amerîkî li Herêma Kurdistanê bimînin wekî faktorek hevsengiyê li dijî milîsên Heşdî Şeibî.
Basnews
