• Saturday, 07 February 2026
logo

Li saloneke bîlardoyê 7 kes hatin kuştin

Gulan Media August 18, 2025 Civakî
Li saloneke bîlardoyê 7 kes hatin kuştin

Li Ekvadora ku welatekî Amerîkaya Başûr e di êrişeke bi çekan a li saloneke bîlardoyê de 7 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de, li bajarê Santo Domingo de los Tsachilasê yê Ekvadorê kesên rûyê wan nixûmandî bi ser saloneke bîlardoyê de girt û bi çekên lûledirêj gule li derdorê reşandin.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê.

Di êrişê de 7 kes li cihê bûyerê mirin.

Ji bo girtina gumanbaran dest bi operasyoneke berfireh hat kirin.

 

Rudaw

Top