• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî di salvegera 79an a damezirandina PDKyê de peyamek belav kir

Gulan Media August 16, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî di salvegera 79an a damezirandina PDKyê de peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî di salvegera 79emîn a damezirandina PDKyê de ragihand, “PDK dê bi şarezayî û îradeyeke bihêz berdewam be.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berî 79 salan hat damezirandin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî salvegera damezirandina PDKyê li malbatên serbilind ên şehîdan, tevahiya gelê Kurdistanê, Cenabê Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetî, organ, endam, alîgir û dostên PDKyê pîroz kr û anî ziman:

“Em bi hêvî û baweriyê soza berdewamiya kar û xebatê ya ji bo armancên bilind ên PDKyê û pêkanîna mafên gelê Kurdistanê ducare dikin.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got:

“PDK beriya 79 salan di rewşeke aloz û dijwar a wê serdemê de wekî pêwîstiyeke jiyanî û pêşeng hat damezirandin ku bi serfirazî rêberî û serkirdayetiya gelê Kurdistanê ya ber bi azadiyê ve bike.

Niha jî li gorî dîrok, amadehî, rol û pêgeha xwe ya li qada Kurdistanê, berpirsyariya herî mezin a ji bo gihandina gelê Kurdistanê ya bi aramiyê dikeve ser milê PDKyê.”

 

Rudaw

Top