• Saturday, 07 February 2026
logo

Civîna Trump û Putin bazaran dihejîne: Zêr û petrol daketin, bitcoin firiya

Gulan Media August 11, 2025 Nûçe
Civîna Trump û Putin bazaran dihejîne: Zêr û petrol daketin, bitcoin firiya

Li bazarên cîhanê îro bihayê zêr û petrolê daket lê berevajî wan, bitcoinê rekoreke nû tomar kir.

Sedema sereke ya guherîna li bazarên zêr û petrolê ew e ku dê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê bicivin.

Bihayê onseke zêr daket 3375 dolarî

Îro di yekem roja vebûna bazaran de, bihayê zêr daket. Kêmbûna metirsiyên jeopolîtîk daxwaza ji bo zêr kêm kiriye û bazirgan li benda amarên bihayên serfkaran ên Amerîkayê ne.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,7 daket û bi 3 hezar û 375 dolarî hat firotin.

Her wiha di peymanên paşerojê de jî bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 1,5 daket û onseke wê bi 3 hezar û 439 dolarî hat firotin.

Pisporê bazarên darayî yê City Bankê Matt Simpson got, “Piştî ku Koşka Spî ragihand ku dê Donald Trump li ser axa Amerîkayê bi Putîn re bicive, metirsiyên jeopolîtîk kêm bûn û ev yek jî bû sedema kêmbûna daxwaza ji bo kirîna zêr.”

Ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê, Trump û Putin dê 15ê mehê li Alaskayê bicivin.

Petrol jî erzan bû

Bihayê petrolê jî îro daket û bi vê yekê daketina xwe ya hefteya borî ku ji sedî 4 ji bihayê xwe winda kiribş domand.

Îhtimala agirbestê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de rê li ber wê yekê vedike ku petrola Rûsyayê vegere bazaran û sizayên Amerîkayê rabin.

Bermîleke petrola Brent 52 sentan erzan bû û bi 66 dolar û 7 sentan hat firotin. Bihayê bermîleke petrola xav a Teksasê jî 58 sentan daket û bi 63 dolarî hat firotin.

Bîtcoin rekor şikand

Berevajî zêr û petrolê, îro bihayê bîtcoinekî zêdetirî 3 hezar dolarî bilind bû û gihişt 121 hezar û 700 dolarî. Tê pêşbînîkirin ku bihayê bîtcoinê bigihîje 140 hezar dolarî.

Sedema sereke ya bilindbûna bihayê bîtcoinê, pejirandina çend yasayan ji bo hêsankirina hilberîna li pereyên dîjîtal e.

Yek ji wan biryaran ew e ku sindoqên teqawidiyê jî dikarin hilberînê li bîtcoinê bikin.

Her wiha danîna 200 hezar bîtcoinan wekî rezerv ji aliyê Hikûmeta Amerîkayê ve bazara pereyên dîjîtal geş kiriye.

 

Rudaw

Top