• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ez rola mirovdostanî û xêrxwazî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind dinirxînim

Gulan Media August 4, 2025 Nûçe
Serok Barzanî: Ez rola mirovdostanî û xêrxwazî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind dinirxînim

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola mirovdostî ya dezgehê bilind nirxand. 

Serok Barzanî îro 4.08.2025 di peyamekê de, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, rêveber û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pêzanînên xwe ji bo rola mirovdostî û xêrxwazî ya dezgehê anî ziman û behsa karên wê yên di warê gihandina alîkariyan bo aware, lêqewimî, nexweş, bêkes û kesên hejar û kêmdahat de kir.

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî da zanîn: "Erk û karê xwe bi awayekî hêja pêk anîne û cihê şanaziyê ne."

Serok Barzanî di dawiyê de destxweşî û spasiya xwe pêşkêşî dezgehê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwest.

 

Basnews

Top