• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Qraliyeta Behrênê li Iraqê kir

Gulan Media August 4, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Qraliyeta Behrênê li Iraqê kir

Roja 04.08.2025ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Qraliyeta Behrênê li Iraqê Xalîd Ehmed kir.

Di hevdîtinê de danûstandin derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawiyê yên li ser asta herêmê û Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatin kirin.

Herwaha di hevdîtinê de Balyozê Behrênê spasî û pêzanînên wî hebûn ji bo rol û pêgeh û Hikûmetê û Serokê Barzanî ya di rêvebirina Herêma Kurdistanê û ew pêgeha bihêz a ku Herêma Kurdistanê heye. Herwaha piştgirî û piştevaniya hikûmeta Behrênê bo Herêma Kurdistanê teqez kir û amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Behrênê kar li ser wê yekê kirin û di demekî nêzîk de xetên esmanî yên Behrênê dest bi geştan bike û bi awayekî rasterast ji paytexta Behrênê ve bo Hewlêrê geşt dê hebin. Balyozê Behrênê ragehand ku di hewldanê de bo di demekî nêzîk de Konsulxaneya Behrênê li Hewlêrê vekin.

 

Basnews

Top